Di Maristaneke welatekî bi navê Sawêristan de sê kesên taybet hebûn. Berî ku xwedî wan têxin Maristanê, ew mamosteyê zanîngehê bûn. Yek bi navê Dr. Nîgarkêş bû. Wî dersê "Dîroka Olan" dida şagirtan, ê din Dr. Mizawir bû, wî dersê "Dîroka felsefeyê" dida û yê sêyem bi navê Dr. Mendîn bû, wî jî dersê "Dîroka Civata Mirovan" dida. Ev hersê mamoste di zanîngehê de bi navûdeng bûn. Ji pirtûkxaneyan dernediketin. Li ser maseya xarinê pirtûk di destê wan de bûn, di xaniyê xewê de û yek caran ku bi rê ve diçûn dîsa pirtûk di destê wan de bûn. Şagirtên wan bi henekî digotin van mamosteyan sewdanê xwe kirê dane, ango dîn bûne. Bi vê sedemê ji zanîngehê hatin qewtandin. Paşê xwediyên wan ji gotinên wan nefret kirin, ji ber wan ve di civakê de fedî dikirin. Lewra mecbûr bûn wan têxin vê MARISTANê. Di Maristanê de jî tim bi hevdu re bûn. Carekê Dr. Nîgarkêş bi hevalê xwe re got: Hun dizanin gava Yezdan ji bêxûtiya xwe derket ji bo xwe nas bike, ev gerdûna bi tevahî tinebû. Gewherek çêkir. Bi nêrîneke 2 samdarî li Gewherê nihêrî, Gewher bû av. Hîcar Yezdan li avê nihêrî, av keliya, kef bi ser ket, kelebox jê rabû. Ji keleboxê ezman çêkir, bê istûn jor de rakir, ji kefê jî zemîn çêkir û daxiste jêr. Yezdan ji zemîn re got: Ezê ji te xelkekî çêbikim dê hinek ji wan wek ez dixwazim bikin û hinek jî ne wek ez daxwazim wê bikin. Dr. Nîgarkêş got: Lê paşê nakokî di navbera Yezdan û aferîdeyên wî de derket. Dr. Nêgarkêş got: Hevalno kes me ji vir dernaxê. Jiyana me ta mirinê dê li vir berdewam bibe. Ango cihana me ev Maristana ye. Hun çi dibêjin ku em vê çîrokê ji xwe re dubare bikin. Bira şêniyê Maristanê ji vê rewşa muzûrî derkevin û hinekî bextewr bibin.